https://www.youtube.com/kommuzik
https://www.twitter.com/kommuzik
https://www.facebook.com/kommuzikoffical
https://www.instagram.com/kommuzik
RÊWI YEN ŞAD
Gotin û Mûzîk: Argeş Delîla (Awazê Çiya)
Helbest: İlyas Yücel
Wekî her car bê dem çun
Ew zarokên dil koçber
Wêneyên wê çîroka
Qedexe û penaber
Stranên wê çîroka
Qedexe û penaber
L'wan hespê veqetinê siwar bun û çun
L' wan hespê azadiyê siwar bun û çun
Dîsa bê dem çun
Dû rêwiyen şad
Dû ewînperest
Wek çiyan azad
Wek çiyan heybet
Lo lo lo lo lo xelîlo
Min şopa te dît
Li Agirî û Cîlo
Lê lê lê lê lê Delîla
Dengê ewînê
Xemrevîna gerîlla
Ka şalûlên KURDISTANÊ
Bilbil ji mejda koçber bun
Tenê kevok di zindana dile me da girtîne
De keko bilezîne
Berîtanên di zindana dile me da azad ke
Keskesoran li milen wan barke
Ji bo zarokên êş giran
Ma tû nizanî
Êş û mişextîn nayê derhênandin
De xûşka delal
Disa bilîlîne wek bayên çiyayê azad
Qet xema daholan nekşîne
Em zanin dil dixwaze here cengê
Le belê emê cermê dile xwe ji tera bikin dahol
Ey rêwiyên şad!!!
Dem ya weye demsal bi navê we
Fermo!!!